85 - Ser wergere - 1

Описание к видео 85 - Ser wergere - 1

Ez di vê beşa parêznameya xwe de çanda Rojhilata Navîn hûrdikolim. Eger mirov vê çandê fêm neke ku di dîroka mirovatiyê ya gerdûnî de timî bi rola çavkaniyê rabûye, xwenaskirin û binavkirina ferd jî wê seresere be, û wê bêmane be. Divê mirov hay jê hebe ku çanda Ewrûpayê ya hegemon a hemdem jî di bingeha xwe de varyanteke çanda Rojhilata Navîn e. Tevî ku ji xwe re qonaxeke pêçketî ya zanistî pêk aniye jî çanda Rojhilata Navîn hê jî li pêşiya vê çandê bi roleke diyarker a çarenûsî radibe û ji vê paşve namîne. Badilhewa nîne ku wexta roja me ya îro behsa lihevkirin û pevçûna di navbera çand û çaristaniyan de tê kirin, tavilê ev herdu çand têne bîra mirovan. Ev tesbîtên me kirî, li aliyekî têgîna şaristaniya navendî jî piştrast dikin. Min di beşên pêşî yên parêznameya xwe de hewl dabû gerdûnîbûnê bi nav bikim û bidim naskirin. Beşa Rojhilata Navîn bi tenê di nava vegotina gerdûnî de dikare bê îfadekirin. Jixwe ew bi xwe reh û damara sereke ya gerdûniyê ye. Çand û dîroka ferdî bi tenê di nava gerdûnîbûnê de dikare manedar bibe. Wexta ez dibêjim ferd, ez ji şexsekî heta neteweyekî di çarçoveyeke berfireh de behsa taybetîbûnê dikim. Min weke ferdekî di mijara xwenaskirin û binavkirinê de gelekî hewl da. Di vê hewldanê de ez çiqasî ponijîm min zêdetir dît ku mirov nikare ji gerdûnîbûnê bireve. Ez hîç guman nakim ku ferdê pûç ê lîberalîzmê nirxekî mîtîk e ku bi qasî mîtolojiyên kevin jî maneyeke xwe nîne. Berevajî kolektîvîteyên civakî yên herî hişk îdeayên wan ên daqurtandina ferd jî ji aliyekî din ve dîsa mîtîk in.

Комментарии

Информация по комментариям в разработке