Atakan Mahîr - Zimanê Dilê Min - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)

Описание к видео Atakan Mahîr - Zimanê Dilê Min - Rêşad Sorgul (رێشاد سۆرگول)

ZIMANÊ DILÊ MIN

eger rojekê ji rojan
li erdê dirêj bibe gewdê min,
eger tu nebizde û netirse,
xwe bi ser min de
bi ser cesedê min ê qîrîna şer e,
xwar ke,
min maçî ke,

min maçî ke,
mîna erdekî terikî yê bi hesreta avê,
bi mehdera dayikeke xwe dirêjî dergûşê dike,
mîna destê xwe dide îkona baweriyê,
bi hesreta dilopa baranê ya dikeve ser axê,
mîna dost û yarê,

hesab ke ku zarokekî Roman im,
mîna buxçika pînekirî,
li pişta diya xwe,
nîvtazî,
gerok û surgûnkirî,

di destê wî de keriyekî nan,
rahiştiyê ji ser çopê,
dest û rûyê wî gemarî,
nizane paqijiyê,
bi hesreta avê ye,
û di dilê min de valatiyek,

hesab ke ku zarokekî mêtingehê me,
berriyeke mezin,
li navê,
ez ê pêxwas,
hinekî xemgîn,
hinekî xeydok,
serhişk û bi rik,
û
dîsa
di dilê min de valatiyek,

hesab ke ku ez tenê û tenê me,
hewceyî himbêzkirinê me,
bi ser min de xwe xwar ke,
û
min maçî ke,

min maçî ke,
bêhna gulan ji bedena min neyê jî,
mîna gundên Kurdistanê yên valakirî,
hilweşiyayî,
bêhna ariyê jê tê,
pêgeh û şopên zarokan lê tine,
û
di nava rûpelê şer de hatibim jibîrkirin,

ne di nava hevrişîm de,
li nava xwezayê,
li ser erdê dirêj bûbim,
hem jî di şer de,
ji bedena min,
ji te re
dilê min,
fikra min,
bedena min a pelê buharê,
bimîne jî
yan jî
beşekî rûyê min,
eger jê nebizdî,
xwe bi ser de xwar bikî
û
min maçî ke,
lê negirî,

serê sîleha xwe bide ya min,
bila hulmika te bi ya min re şidiyayî bimîne,
rohniya di çavê min de weke riya xwe bizane,
bistebûna min a hetahetayî
bila hêviya te ya serketinê be.

tu yê bibêjî ji dara maziyê pelek ket xwarê,
tu yê rahêjê û bêhn bikî,
belkî dilê te biêşe û jan bide,
hevrê û hevala min de bila ewqasî jî bibe !

ji bîr neke,
ne serdema mesîh
em gerîlayên serdema fezayê ne,
ne Spartakus weke me bû
ne jî Che weke me şer kir,

bêguman wê bedenên me bibin berdêl,
ji bo mizgîniya ezmanê şîn,
bê ewr,
hevrê, de bila ewqasî jî bibe,

ne nêz e, em rojê bixin destê xwe,
jixwe me roj xist destê xwe,
em êdî yê şeveqê ne,
strana me dûrûdirêj dibêje,
çiyayan govend girtine,
zarokên me mîna ba û barozeke har in,
binêr
tew ji gundan dengê dîkoyan jî tê,
ne keskesora piştî baranê ye,
alaya me ye rengê xwe daye ewran,
ev navê JIYANA NÛ ye,
xwe li Kurdistanê alandiye,
de bila azadî ya te be hevrê û hevalê min.

Ş. Atakan Mahîr

Комментарии

Информация по комментариям в разработке